PeyamaKurd – Mehkûmê berê yê ji eyaleta Loristanê ji bajarê Alaştarê ku hem çalakvanê berêye yê bi navê Mustafa Ghasemi Hasanwand, li Herêma Kurdistanê li bajarê Erbîlê li Bahrikê li ber ofîsa Neteweyên Yekgirtî xwe kuşt.
Li gor ragihandina Hengawê; Hasanwand berê li zîndana Hurremabadê û li navendên îstîxbarata Îranê îşkenca laşewahî û derûnî lê kirine û di 2 yê Tebaxê de li ber ofîsa NY ya Behrikê dawî li jiyana xwe aniye.
Organa Kurdistan Medya ya PDK-İ yê rûdanê ragihandiye û bûyerê trajik bi nav kiriye. Hasanwand di wexta li Kurdistanê maye, gelek caran ji bo lezandina karên xwe yê îltîcayê seredana NY kiriye, gelek caran daxwaza wî red kirine û bi wê derûniyê ji bo protestoya NY bike xwe kuştiye.