PeyamaKurd- Asayîşa Herêma Kurdistanê derbarê melayê li Taxa Raperîn ya Silêmaniyê de daxuyanî da û ragihand, “Di xutbeya xwe de hinek gotinên nehêja li hemberî Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi kar anîne.”
Berdevkê Saziya Asayîşa Herêma Kurdistanê Karzan Şêrko ragihand ku îro li Mizgefta Bexteweriyê ya li Taxa Raperînê ya Silêmaniyê, xutbeya înê bûye sedema nerazîbûn û derketina aloziyê û diyar kir ku Birêvebiriya Asayîşa Silêmaniyê ji bo bidawîkirina aloziyê demildest destwerdan kiriye û ew mela bo asayîşê hatiye veguhestin.
Karzan Şêrko got, kesê bi navê Heval Faris Mewlûd endezyar e û bi awayekî xwebexş li Mizgefta Bexteweriyê meletiyê dike û di lêkolînan de derket holê ku navborî di xutbeya îro de hinek gotinên ne guncaw li dijî Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi kar anîne û ev yek bûye sedema nerazîbûna nimêjkerên wê mizgeftê.
Hate diyarkirin ku niha ew mamosteyê olî bi biryara dadwerê lêkolînê yê Asayîşê û li gorî Madeya 240î ya Yasaya Cezayan a Iraqê hatiye desteserkirin û lêkolîna li ser dosyeya wî didome.