PeyamaKurd – AFADê ragihand, di erdheja bi hêza 5,6 ya ku do li Meletiyê pêk hat de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 140 kes jî birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Afet û Lezgîn (AFAD) di erdheja ku navenda wê navçeya Yeşîlyûrt a Meletiyê ye de 32 kes ji bin xirbeyan hatin rizgarkirin.
Di erdheja piştî erdhejê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 140 kes jî birîndar bûn, 12 jê giran 40 kes jî hêj tên dermankirin.
Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên ku li 7 ji 31 avahiyên hilweşiyayî hatin kirin temam bûn.
Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi ekîbên 650 kesî dewam dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin