PeyamaKurd – Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni ragihand ku ew drona do bi şev avêtine baregeha leşkerî ya Îtalyayê ya li Erbîlê, rewşê ji nêz de dişopînin. Rayedarên Îtalyayê rûdanê şermezar kirin û ragihandin ku rewşa leşkeran baş e. Meloni di ser hesabê xwe yê Xê de got:
“Li ser navê şexsê xwe û hukumeta xwe radighînim ku leşkerên me, bê ti rûdanekî nexweş bibe rizgar bûne. Îtalya, bi tewrê leşkerên me yên di herêma krîzê de serbilind e. Em bi cesaret û pisporiya wan serbilind in.”
Wezîrê bergiriya Îtalyayê Guido Crosetto got ku roja Çarşemê seet di 20.30an de zengilên hawarê li baregeha me ya li Erbîlê lê dane û leşkerên me çûne sitargehê. Crosetto ragihand ku ew ji fermandarê baregehê agahiyan sitendiye ku ti birîndarî nebûye û got:
“Bi dronê êrîşê baregeha me ya Erbîlê kirin. Mala Xwedê ava leşkerên me di sitargehê de ne. Ji ber xizmeta wan ya bo welat ez sipasiya wan dikim.”
Li Herêma Kurdistanê ji bo perwerda Pêşmergeyan bikin 300 leşkerên Îtalyayê hene.