PeyamaKurd – Di encama êrîşeke PKKê ya li Mêrsînê, polîsek hat kuştin û du gerîlayên jin ên PKKê jî can dan.
Li gor zanyariyan, li bajarê Mêrsînê yê Tirkiyê êrîşî komelgeha niştecihbûnê ya taybet a polîsan hat kirin. Polîsan jî bersiv da êrîşkaran û pevçûn derket.
Wezîrê Navxwe ya Tirkiyê Suleyman Soylu eşkere kir, êrîş ji aliyê PKKê ve hatiye kirin.
Soylu da zanîn, di encama êrîşê de polîsekî wan hat kuştin, polîsek û welatiyek birîndar bûye.
Herwiha Soylu destnişan kir, êrîşkaran teqemeniya ser xwe teqandina û li gor dazanîna Soylu her du êrîşkar jin bûne û di pevçûnan de birîndar dibin û pişt re ew xwe diteqînin.
Hat ragihandin ku bergûmanekî êrîşê jî hatiye desteserkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin