Mesrûr Barzanî: Serdana Erdogan ji bo pêwendiyên dualî gring bû

Mesrûr Barzanî: Serdana Erdogan ji bo pêwendiyên dualî gring bû

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, serdana Serokomarê Tirkiyê Recep TayyipErdogan a Bexda û Hewlêrê gring nirxand û got: "Ev serdan wê bandorê li geşkirin û pêşxistina pêwendiyên dualî bike."

Kabîneya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo civîna heftane ya asayî li paytext Hewlêrê kom bû. 

Di destpêka civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî, qurbaniyên komkujiya 1974an a ku di encama bombebarana frokeyên rejîma Baasê ya li dijî Zanîngeha Qeladizê û ya Silêmaniyê de şehîd bûne bi bîr anî û tekez kir ku ew têkoşîn û qurbanîdana şehîdan hertim bi bîr tînin.

Di derbarê serdana Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan a  Iraq û Herêma Kurdistanê de agahî da wezîran û diyar kir ku ew serdan gring e û wê bandorê li geşkirin û pêşxistina peywendiyên dualî bike.

Piştî axaftina destpêkê ya Mesrûr Barzanî endamên kabîneyê mûçeyên fermanber û karmendên Herêma Kurdistanê nîqaş kirin û peyamên Hewlêrê yên ku di vê babetê de divê ji Bexdayê re bêne dayîn nîqaş kirin.

Encumena Wezîran her wiha tekeziyê li ser wê yekê kir ku ti sedemên hikûmeta Bexdayê yên di derbarê neşandina mûçe û radestkirina mafên darayî yên fermanberan tune ne.