PeyamaKurd- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Yekşemê pêşwaziya Cîgirê Duyem ê Serokê Parlamentoya Iraqê Ferhad Etrûşî kir ku ji pişka PDKê hatibû hilbijartin.
Hate ragihandin ku di civînê de, li ser rola çalak a Parlamentoya Iraqê di warê danîna qanûnan, çavdêrîkirin û berevanîkirina ji mafên hemî welatî û pêkhateyên Iraqê de jî danûstandin hatin kirin.
Mesrûr Barzanî, piştgiriya xwe ji bo Parlamentoya Iraqê wekî desthilata danîna qanûnan nîşan da û girîngiya çareserkirina arêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de li ser bingeha destûrê û peymanan û rêzgirtina li qewareya federalî û destûrî ya Herêma Kurdistanê tekez kir.