PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya salvegera damezrandina bajarê Silêmaniyê, peyamek pîrozbahiyê pêşkeşî Kurdistanîyan û niştecihên bajêr kir.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ragihand ku salvegera avakirina "bajarê helmet û qurbaniyan" li hemû Kurdistanî û niştimanperweran pîroz be.
Serokwezîr Barzanî tekez kir ku welatiyên xweşdivî yên Silêmaniyê hêjayî xizmeta zêdetir, azadî, pêşketin, avadanî û aramiya berfirehtir in.