PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand ku şandeke hikûmeta Iraqê ya ji Wezîrê Derve, Wezîrê Parastinê û Serokê Îstixbarata Netewî pêk tê, îro serdana Enqerê dike. Tê çaverêkirin di navbera Tirkiye û hikûmeta Iraqê de rêkeftineke li ser hevkariya ewlekariya leşkerî were îmzekirin.
Di daxuyaniyê de serdana Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ya 15ê Gulana 2019an hat bibîrxistin û hat gotin ku di wê serdanê de lihevkirin li ser îmzekirina belgeya hevkariya ewlekariyê ya leşkerî di navbera aliyan de çûbûbû.
Wezareta Derve ya Tirkiyê da xuyakirin ku serdan di çarçoveya wê lihevkirinê de çêdibe û dê şana Iraqê li Enqerê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Parastinê Hulusî Akar û Serokê Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) Hikmet Fîdan re bicive.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin