PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser destnîşankirina Şêx Elî Elyas wek Baba Şêxê Êzidiyan, peyamek belav kir.
Baba Şêxê Êzidiyan doh 18ê Mijdarê di merasîmekê de li Perestgeha Laleşê dest bi kar kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe de pîrozbahî li Baba Şêx Elî Elyas kir û piştevaniya xwe jê re ragihand.
Mesrûr Barzanî got: “Bi boneya danana birêz Şêx Elî Elyas wek Baba Şêxê Êzdiyan, ez pîrozbahiyên germ arasteyî Mîr Hazmê, Baba Şêx Elî, Tevgera Ruhanî û hemû xwişk û birayên Êzidî dikim.”
Barzanî diyar kir: “Ez hêvîdar im ku Baba Şêx di erkê xwe yê nû de serkeftî be û bikaribe xizmeta civak û ola Êzidiyan bike û li vir jî ez piştgiriya xwe jê re radigihînim.”
Mesrûr Barzanî got: “Ez hêvîdar im ku tijekirina vê pileya olî û ev bûyer di jîyana ola Êzdîyan de bibe hêviya yekrêzî û tabahî di nava civaka Êzdî û Êzdîxanê de û bibe delîvek ji bo ji derbasbûna jîyana koçberan û piştî hatina tevahiya nexweşiyan û vegerandina koçberan ji bo cih û warên xwe û avedankirina deverên Êzdîyan.”
Serokwezîr Barzanî di dawiyê de destnîşan kir, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê rijd e li parastin û rêzgirtina taybetmendiya ola Êzidî û hemû pêkhateyên din ên Kurdistanê ji bo bihêzkirina giyana pêkvejiyanê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin