Mesrûr Barzanî bi sanda bilind a Brîtanyayê re civiya

Mesrûr Barzanî bi sanda bilind a Brîtanyayê re civiya

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Sêşemê pêşwazî li şandeke Brîtanî kir ku ji Wezîrê Dewletê yê Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqa James Cleaverly û Wezîrê Hêzên çekdarî James Hepey û Balyozê Brîtaniya yê li Iraqê Stîfan Heiki pêk dihat.

Di vê civînê de guftûgo derbarê pêşxistina zêdetir a pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanîya de hat kirin.

Şandeya Brîtanî da xuyakirin, xelkê Brîtanyayê bi rêzdarî û bi hurmetî li rola qehremaniya Pêşmerge di rûbirûbûna terorê de dinêrin.

Herwiha şanda Brîtanî amadehîya welatê xwe ji bo bihêzkirina hevhengî û pêwendiyên Brîtaniya bi Herêma Kurdistanê re di hemû waran de derbirî, bi taybetî di warê bazirganî û geşkirina weberhênana Brîtanî de li Herêma Kurdistanê.

Serokwezîrê Herêma kurdistanê spasîya helwesta dostane ya Brîtaniya kir û ronahî xiste ser pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de.

Serokwezîr Barzanî tekez kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû erk û pabendbûnên xwe bi cih anî da ku li ser binemaya destûrê bigihin rêkeftinekê. Ji ber vê yekê divê Hikûmeta Federal bi erkên xwe rabe û maf û destkeftên darayî yên Herêmê peyda bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin