Mesrûr Barzanî bi sanda saziya MAIN û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî re civiya

Mesrûr Barzanî bi sanda saziya MAIN û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî re civiya

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 11ê Nîsanê pêşwazî li şandeke hevbeş ya saziya MAINa Norwecî û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kir.

Piştî civînê hat ragihandin ku di hevdîtinê de li ser kar û xebatên her du dezgehan û projeyên ku li Kurdistanê werin pêkanîn hat axaftin.

Herwiha hat ragihandin ku biryar hatiye dayîn, saziya MAIN û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî hin projeyên hevbeş di warên tenduristî û piştevanîkirina sîstema tenduristiya Kurdistanê de bicih werînin.

Hat diyarkirin, ew projeyên derbarê dabînkirina dermanan, cîhazên tenduristiyê û pêdivîyên nojdarî de, bi xerckirina 30 milyon dolaran di nav 5 salan de xilas dibin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin