Mesrûr Barzanî: Divê em çaksaziyan zêdetir bikin

Mesrûr Barzanî: Divê em çaksaziyan zêdetir bikin

PeyamaKurd - Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Mersûr Barzanî dibêje, divê xelk hest bike ku hikûmet wan diparêze û xizmeta wan dike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihand: “Min pir zelal gotiye ku em naxwazin vîna xwe bi ser xelkê de bisepînin, belkî em ji bona xizmetkirina gel li vir in. Ji bo vê jî em dixwazin Kurdistaneke bihêz çêbikin. Bêguman em di wê baweriyê de ne ku zêdetir ber bi cîhanê ve vebin.”

Mesrûr Barzanî di beşeka din ya peyama xwe de gotiye: Divê em çavkaniyên xwe yên aborî fireh bikin û pêwendiyên xwe yên bi Bexdayê re normal bikin. Bê guman divê em çaksaziyên zêdetir bikin, lewma jî me pêvajoya çaksaziyan daye destpêkirin.

Serokê hikûmeta Kurdistanê di dawiya peyama xwe de ji ragihandiye, divê baweriya xelkê bi hikûmetê were, ji ber ku lazim e xelk hest bike ku nûnerên wan li hikûmetê hurmeta wan digirin, her wiha divê xelk hest bike ku hikûmet wan diparêze û xizmeta wan dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin