PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya Bexdayê de, îro 24ê Gulanê li gel Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê Qasim Eracî civiya.
Di vê hevdîtina girîng de, Qasim Eracî bal kişand ser girîngiya serdana Serokê Hikûmetê û diyar kir ku ew şanaziyê bi xebat, qurbanî û tekoşîna Herêma Kurdistanê dikin ku roleke diyar di avakirina îstiqrara û rûmeta îro ya Iraqê de lîstiye.
Mesrûr Barzanî jî spasiya rola girîng a Eracî ya di parastina asayîş û aramiya welat de kir û piştgiriya wî ya ji bo mafên rewa yên gelê Kurdistanê bilind nirxand.
Her du alî di derbarê piştgirîkirina hikûmeta nû ya federal de hevnêrîn bûn ku bêyî tu cudahîyan xizmeta hemû pêkhateyên welat bike û hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê werin xurtkirin.
Di civînê de hat tekezkirin ku divê hemû gav li ser bingeha rêzgirtina li destûra bingehîn, parastina sîstema federal û qebûlkirina qewareya qanûnî ya Herêma Kurdistanê werin avêtin.