Mesrur Barzanî: Emê sozên ku me daye welatiyan bicih bînin

Mesrur Barzanî: Emê sozên ku me daye welatiyan bicih bînin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasîma vekirina santrala Xebat a elektrîkê de got, ewê li ser bicihanîna sozên ku dane welatiyan berdewam bin û xizmeta wan bikin.

Mesrur Barzanî îro 14ê Tîrmehê di di merasîma vekirina santrala elektrîkê de gotarek pêşkeş kir û bal kişand ser rewşa zehmet û tengav ya tê de derbas dibin û got, ew dê li ser bicihanîna sozên ku dane welatiyan, berdewam bin.

Mesrûr Barzanî got, bi alîkariya gelê Kurdistanê ew dikarin vê qonaxa zehmet derbas bikin û diyar kir, çi ji destê hikûmetê tê bo parastina tenduristiya welatiyan dike lê divê welatî jî ya ku dikeve ser milê wan bicih bînin.

Serokê hikûmetê anî ziman ku elektirîk gelekî girîng e lê bikaranîna wê jî gelekî girîng e û got, me daxwaz ji wezareta elektirîkê û dezgehên pêwendîdar kiriye pêdaçûnê bi rewşa elektirîkê bikin. Lê divê welatî jî alîkar bin û elektirîkê heder nedin.

Santrala Xebat a Elektrîkê dikare 300 MW elektirîk berhem bîne û ji aliyê wezareta elektirîkê û du şîrketên Koreya Başûr ve hatiye çêkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin