PeyamaKurd – Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyeyê (YSK), serlêdana namzediya hilbijartinên 14ê Gulanê ya serokomariyê ya Kemal Kilicdaroglu û Recep Tayyip Erdogan pejirand.
YSKê ragihand ku serlêdana bo namzediya serokomariyê ya Erdogan û Kilicdaroglu hatiye qebûlkirin.
Hat ragihandin ku di belgeyên serlêdanê yên Kilicdaroglu û Erdogan de, piştî lêkolînann ti pirsgirêk derneketiye û serlêdan bi yekgdengî hatine qebûlkirin.
Hêjayî gotinê ye, li Tirkiyeyê hinek hiqûqnas dibêjin, li gorî destûrê Erdogan ji bo cara sêyem nikare bibe namzedê serokomariyê û hin partiyên opozîsyonê amadekariya serlêdana îtirazê dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin