ÎDIA: Wê Berhem Salih berî erkdarkirina serokwezîrekî îstifa bike

ÎDIA: Wê Berhem Salih berî erkdarkirina serokwezîrekî îstifa bike

PeyamaKurd – Li gorî îdiayên medya Iraqê, Serokomarê Iraqê Berhem Salih ku niha çav li rê ye namzedê serokwezîrê ji bo hikûmeta nû ya Iraqê erkdar bike, dibe beriya wê biryarê îstifaya xwe bide ku xwepêşander jî piştî îstifaya Serokwezîr Adil Ebdulmehdî karvekêşana wî dixwazin.

Medya Iraqê radigihîne ku Berhem Salih beriya erkdarkirina serkowezîrekî ji aliyên siyasî re behsa îstifaya xwe kiriye.

Li gorî nûçeya medya Iraqê Kutleya Bîna ya Sedr ji bo ku Berhem Salih ji bo serokwezîrtiyê Qusey es Suheyl erkdar bike fişarê dike û Serokomarê Iraqê jî bang li fraksiyonên parlamentoyê kiriye guh bidin daxwaziyên xwepêşanderan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin