ROJEV  | Polîsan bi ser avahîya HDPê da girt: Parlementer hatin derbkirin, gule hatin bikaranîn!

ROJEV  | Polîsan bi ser avahîya HDPê da girt: Parlementer hatin derbkirin, gule hatin bikaranîn!

PeyamaKurd  - Li bajarê Amedê polîsan bi ser avahîya HDPê da girt û kesên k udi girêva birçûbînê da bûn xist bin çavan.

Hejmarek polîsên Tirkîyê bi ser avahîya HDPê ya Amedê girtin. Polîsên ku derî şikandin û ketin avahîya HDPê ya şaxa Amedê parlementerê HDPê Teyîb Temel û Murat Sarisaç derb kirin û 7 kes jî xistin bin çavan.

Polîsên ku bi ser avahîya HDPê da girtin, guleyên plastîk berdan parlementerê HDPê Teyîb Temel î Dersîm Dag. Paşê polîsan pehîn li Murat Sarisaç û Dersîm Dag xistin. Li hemberî polîsên êrîşkar parlementeran xwe parast û gotin ‘ev a ku hûn dikin sûc e.’

Parlementerê HDPê yê Teyîb Temel derbarê mijarê da daxûyanîyek da û got, “Danê êvarê dema li avahîya partîya me çalakîyek dihat lidarxistin polîsan derî û camên me şikandin û ketin hûndir. Hevalên bi erdê ve hatin xijiqandin û parlementerên me jî hatin derbkirin.”

Temel, “Em li vir in û berxwedana me dê berdewam bike. Rojekê wê li vê dewletê serwerîya hiqûqê were dabînkirin û hûn  dê werin sizadan. Em dê vê helwesta xwe ya biheq dewam bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin