PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta cejna Newrozê û destpêka sala nû ya Kurdî ya 2725an daxuyaniyek belav kir û tê de pîrozbahî li hemû gelê Kurdistanê kir.
Wî bi taybetî spas û silavên xwe arasteyî Pêşmergeyên qehreman, hêzên asayişa navxweyî û malbatên serbilind yên şehîd û Enfalbûyiyan kir.
Di daxuyaniya xwe de, Barzanî got:
“Pîrozbahiya cejna Newrozê û serê sala nû ya Kurdî 2725an li hemû Kurdistaniyan, bi taybetî Pêşmergeyên qehreman, hêzên asayişa navxweyî û malbatên serbilind yên şehîd û Enfalbûyiyan dikim.
Hêvîdar im ev sal bibe saleke tijî xweşî ji bo gelê berxwedêr û niştimanperwer ê Kurdistanê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin