Mesrûr Barzanî sersaxî li Aydin Merûf kir

Mesrûr Barzanî sersaxî li  Aydin Merûf kir

PeyamaKurd Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, do bi rêya telefonê ji ber koça dawî ya dayîka wî, sersaxî li Wezîrê Herêmê yê Karûbarên Pêkhateyan Aydin Merûf kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî û hevxemiya xwe ji Wezîrê Herêmê yê Karûbarên Pêkhateyan Aydin Merûf re ragihand û hêvî xwest Xwedayê mezin ruhê dayîka wî bi bihiştê şad bike û sebr û aramî bide malbata wan.

Herwiha Wezîrê Herêmê yê Karûbarên Pêkhateyan Aydin Merûf jî spasî û pêzanînên xwe ji bo pêwendî û hevxemiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê nîşan da.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin