Mesrûr Barzanî sersaxî da hunermend Birader Mûsikî

 Mesrûr Barzanî sersaxî da hunermend Birader Mûsikî

PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro duşemê, 9ê Mijdara 2026an, di peyamekê de sersaxî da hunermendê navdar Birader Mûsikî û malbata wî, ji ber koça dawî ya kurê wî Erdal.

Di peyama sersaxiyê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha got:

"Rêzdar hunermend Birader Mûsikî; Ji bo wexera dawiyê ya kurê we (Erdal), ez sersaxiyê ji we û malbata we ya rêzdar re dixwazim û ez hevparê xema we me.

Xwedayê Mezin canê wî bi bihiştê şa bike û sebir û hedarê bide we."