Mesrur Barzanî: Soresa Gulanê çespand ku îradeya gel ji hemû planan bihêztir e

Mesrur Barzanî: Soresa Gulanê çespand ku îradeya gel ji hemû planan bihêztir e

PeyamaKurd - Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo yadkirina Şoreşa Gulanê peyamek belav kir û tê de got, bi yekrêzî û yekhelwêstiya xelkê Kurdistanê em dikarin ji hemû rewşên xirab debas bibin.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

“Di 44emîn salvegera Şoreşa Gulanê de, pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê û tevahiya beşdarbûyên wê şoreşê dikin û bi rêz û pîzanekeke mezin, salvegera wan Pêşmergeyên qehreman dikim ku ji bo mafên rewa yên gelê Kurdistanê, bi xebat û têkoşînê berdewam bûn.

Şoreşa Gulanê ku dirêjahiya Şoreşa Îlonê ya mezin bû, serencam bi hevkarî û yekrêziya hemû aliyên Kurdistanê û pêkhateyan ve, berhema wê serîhildana gelê Kurdistanê di Buhara 1991an û duristbûna Parleman û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû.

Şoreşa Gulanê ew rastiye çespand, ku daxwaz û îradeya miletê me ji hemû planan bihêztir e û bi yekgirtîbûn û hevhelwestiya xelkê Kurdistanê, dikarin hemû rewşên dijwar derbas bikin. Pêwîst e ji vê rewşê niha, bi giyaneke Pêşmergane û bi yekrêzî û tebayî, xizmeta niştîmanê xwe bikin û bi vê rêyê jî dikarin bi ser hemû astengî û dijwariyan bikevin.

Rêz û hurmet bo şehîndên Şoreşa Gulanê û tevahiya şehîdên Kudistanê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin