PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 21ê Tîrmehê pêşwazî li Berpirsê Ofîsa Yekîtiya Ewropayê ya li Hewlêrê Radu Butum kir ku ji bo xatirxwestinê hatibû serdanê.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya berpirsê ofîsa Yekîtiya Ewropayê kir ji bo wan xebatên ku di wê heyamê de ji bo xurtkirina têkiliyên Herêma Kurdistanê û welatên Yekîtiya Ewropayê encam dane.
Hat diyarkirin ku berpirsê ofîsa Yekîtiya Ewropayê jî ji bo piştgirî, hevkarî û hevahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya di serxistina erkê wî de, spasiyên xwe pêşkêş kirin.