Mesrûr Barzanî û Kazimî kêşeyên Hewlêr-Bexdayê gotûbêj kirin

Mesrûr Barzanî û Kazimî kêşeyên Hewlêr-Bexdayê gotûbêj kirin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 25ê Gulanê li Hewlêrê pêşwazî li Serokwezîrê berê yê Iraqê Mistefa Kazimî kir. Barzanî û Kazimî, pêşketinên dawî yên Iraqê û pêngavên çareserkirina kêşeyên Hewlêr û Bexdayê guftûgo kirin.

Di hevdîtinê de, rewşa giştî ya Iraq û navçeyê û pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal hatin nirxandin.

Herwiha di civînê de behsa serdana vê dawiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Bexdayê û guftûgoyên wî yên ligel berpirsên pilebilind ên hikûmeta federal û aliyên siyasî yên Iraqê hat kirin.

Di civînê tekezî li ser wê yekê hat kirin ku armanca wan hevdîtinan, çareserkirina bingehîn a kêşeyan di çarçoveya destûra Iraqê de ye.