PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di rêya telefonê de bi wezîrê enerjiyê yê Amerîkayê (DYA) bi Chris Wright re axifî. Mijara axaftinê sektora enerjiyê û îxracata petrolê bû.
Di axaftina her dû lîderan de, îxracata petrola Kurdistanê di ser Tirkiyê de ji bo here bazara dinyayê bû.
Li gor ragihandina hukumeta Herêma Kurdistanê; wezîrê Amerîkayê îxracata petrola Herêma Kurdistanê ya di ser lîmana Tirkiyê Ceyhanê de, bo bazara dinyayê bi dilxweşî qebûl kiriye.
Di axaftinê de her dû teref gotin ku wê bi îxracatê, barê aboriya Iraqê sivik bibe û destekê bide îstîqrara bazara enerjiyê ya dinyayê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand ku ji bo avahiyên bingehîn yên enerjiyê bên parastin, girînge koordînasyona navdewletî hebe û dawî li êrîşên ser şîrketên petrolê were.
Barzanî, her weha got ku ji bo hereketa aboriyê li hêrêmê bibe, ambargoyên bazirganî û astengiyên hene divê ji ortê rabin. Hem behsa îxracata petrolê kir ku ne tenê dê destekê bide aboriyê lê ji bo parastina aramî û îstîqrarê jî girîng e.