Mesrûr Barzanî: Wê Eagle Post Kurdistan û Cîhanê bihev girê dide

Mesrûr Barzanî: Wê Eagle Post Kurdistan û Cîhanê bihev girê dide

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 9ê Hezîranê Navenda Eagle Post ku karûbarê şandina poste û kargoyê dike li Hewlêrê vekir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî gotarek di merasîma vekirina Navenda Eagle Postê pêşkêş kir û got: “Em îro yek ji projeyên hevbeş ên sektora giştî û taybet vedikin. Ev jî beşeke ji krnameya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo baştirkirina xizmetguzariyên veguhestinê, bi taybetî xizmetguzariyên posteyê ye, ku em dixwazin ev sektor di asta geşedanên bilez ên vê serdemê de be.”

Mesrûr Barzanî diyar kir, “Ev kompanî û navend dê zêdetir bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê bi hev ve girê bide û herwiha bi navçeyên din ên Iraq û cîhanê re jî girê bide. Ev beşek ji planên hikûmetê ye ji bo nûjenkirin û dîjîtalkirina xizmetên giştî û kêmkirina burokrasiyê ye.”

Serokzewîr bal kişand ser girîngiya gihandin û postê û got: “Di vê serdemê de post û gihandin, saziyek pir girîng û çalak e ku gelek xizmetguzariyan pêşkêşî welatiyan dike. Herwiha hêsankariyê ji bo kar û barên welatiyan yên rojane dike. Ji wan re dibe alîkar ku karsaziya xwe zûtir bimeşînin. Di heman demê de pêşkêşkirina vê xizmetguzariyê bi awayekî pêşkeftî, dê qerebalix û barê li saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û sektora taybet jî kêm bike.”

Serokwezîr Barzanî wiha pê de çû: “Ev navend jî dikare bibe faktorek ji bo pêşvebirin û pêşxistina danûstandinên bazirganî, bi taybetî bazirganiya elektronîkî di navbera Herêma Kurdistanê û derve de û berovajî vê yekê. Pêwîst e karên vê kompanyayê bi şêwaz û sîstemeke pêşketî û di çarçoveya pîvanên navdewletî de bên kirin. Herwiha wê hêsankariyên pêwîst ji bo welatiyên Herêmê dabîn bike û bibe xaleke werçerxanê jî di warê post û veguhestinê de.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin