Li Kerkûkê Kurd bi ser ketin: Ji 15 kursîyan 8 garantî bû

Li Kerkûkê Kurd bi ser ketin: Ji 15 kursîyan 8 garantî bû

Peyama Kurd - Li gor zanyariyên nefermî, li Kerkûkê partiyên kurd ji 15 kursiyên Encumena Parêzgehê 8 kursî bi dest xistine.

Li gorî zanyariyên bi dest ketine, piraniya kursiyên Encumena Parêzgeha Kerkûkê di destê lîsteyên Kurdan de ne û lîsteya herî zêde kursî wergirtîye YNK ye.

Welatiyên Iraqî û Kurdistanî duh ji bo hilbijartinên Civata Giştî ya Parêzgehên Iraqê ku li 15 parêzgehên Iraq û Herêma Kurdistanê hatin lidarxistin, çûn ser sindoqan.

Li gorî daneyên nefermî, di Meclîsa Parêzgeha Kerkûkê de 8 kursî ji bo partiyên Kurdistanî hatin garantîkirin. Li gor zanyariyan YNKê 5 kursî, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) 2 kursî û Tevgera Nifşê Nû (Newey Nwe) jî kursiyek bidest xistine.

Hat zanîn ku YNK’ê bi eşkerekirina encamên fermî xwestiye 6 kursiyên Kerkûkê garantî bike.

Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi giştî ji 16 kursiyan pêk tê û kursiyek jî bi sîstema kota ji bo mesîhiyan hatiye veqetandin. Piştî ku YNKê kursiya 6mîn bidest xist, wê Kurd di Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de bibin hêzê sereke.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin