PeyamaKurd - Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ragihand ku li Hewlêrê bi budçeya Komîseriya Bilind a Penaberan li Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) 3 dibistan li Kesnezan, Şawês û Mamzawayê têne avakirin.
Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro 26ê Sibatê di civîneke rojnamevanî de da xuyakirin, “Îro kevirê bingehîn ê ji bo avakirina 3 dibistananan li Kesnezan, Şawês û Mamzawayê tê danîn ku zêdetirî du milyar û 500 milyon dînar jê re hatiye terxankirin.”
Parêzgerê Hewlêrê da zanîn, “Budçeya avakirina wan hersê pirojeyan ji aliyê UNHCRê ve hatiye dabînkirin, ku cihê dilxweşiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û welatiyên mifadar e”.
Xoşnaw got: “Tiştê girîng ew e ku ji bilî welatiyên Kurdistanê, penaber jî dê sûdê jê bikin, ew jî li ser bingeha têgihîştin û stratejiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêxemetî zêdetir xizmetê ji bo wan kesên ku li Herêma Kurdistanê û taybet li Hewlêra paytext penaber in, ku ji bo penaberan hembêzeke dilovanî ye”.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin