CNN: Amerîka bendera ku li Xezeyê danîbû xera dike

CNN: Amerîka bendera ku li Xezeyê danîbû xera dike

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku artêşa Amerîkayê bi hinceta rewşa nebaş a hewayê û xisara li ser çêbûye, îskeleya bendera ku ji bo alîkariyan li peravên Xezeyê monte kiribû bi awayê demkî xera dike.

Li gorî nûçeya CNNê ku dispêra çavkaniyên leşkerî, wê li ser barkirin yan barnekirina benderê bo bendera Aşdod a Îsraîlê jî biryar îro bê dayîn.

Hêjayî gotinê ye, bendera ku Amerîkayê ji bo di dema şer de alîkariyan bigihîne Xezeyê çêkiribû, hefteya borî ji ber rewşa xerab a hewayê beşek mezin jê parçe bûbû lê paşê cardin bi Şerîda Xezeyê ve hatibû girêdan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin