PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 24ê Mijdarê li paytext Hewlêrê pêşwazî li Seroka Odeya Bazirganî ya Brîtanya–Iraqê (IBBC) Emma Nicholson kir.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî hevdîtinê ragihand, di civînê guftûgo li ser kar û çalakiyên Jûra Bazirganî ya Brîtanya – Iraqê hat kirin.
Hate diyarkirin, herdu aliyan di hevdîtinê de, tekezî li ser girîngiya pêşxistina pêwendiyên dualî, pevguhartina bazirganî û veberhênanê di navbera Brîtanya û Herêma Kurdistanê kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin