Metranê Kildanan sersaxî ji Mesrûr Barzanî re xwest

Metranê Kildanan sersaxî ji Mesrûr Barzanî re xwest

PeyamaKurd - Metranê Epreşiya Zaxoyê ya Kildaniyan, ji ber şehîdbûna Pêşmergeyan di encama êrîşa Îranê de, sersaxî ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî re xwest û hevxemiya xwe ya kûr anî ziman.

Metranê Epreşiya Zaxoyê ya Kildaniyan Metran Fêlîks Seîd Şabî di peyama xwe de got: "Em sersaxiyê ji malbat û kesûkarên şehîdên Pêşmerge yên li Hewlêrê û hemû endam û karmendên dezgehên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê re dixwazin."

Fêlîks Seîd Şabî pesnê fedakariya Pêşmerge û hêzên ewlehiyê da, ku ji bo parastina ax û welatiyan canê xwe feda dikin.

Metran Fêlîks, ji Xwedayê Mezin daxwaz kir ku rehmê li qurbaniyan bike û welatê me ji her cure ziyan û belayan biparêze.

Herwiha ji ber nêzîkbûna Cejna Qiyametê jî Metran Fêlîks Seîd Şabî hêvî kir ku ev cejn, bibe sedema aştî û aramiyê li Herêma Kurdistanê û li seranserê cîhanê.