Mezlûm Ebdî biryara vekişînê ragihand: HSD ji rojavayê Firatê ber bi rojhilat ve diçe

Dîroka Weşanê :
Mezlûm Ebdî biryara vekişînê ragihand: HSD ji rojavayê Firatê ber bi rojhilat ve diçe

PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand ku ji bo mîsogerkirina aştiyê û cîbicîkirina "Peymana 10ê Adarê", hêzên wan dê ji eniyên li rojhilatê Helebê vekişin.

Mezlûm Ebdî diyar kir ku ev biryar piştî bangên navbeynkarên navneteweyî û ji bo nîşandana "niyeta baş" hatiye girtin.

Vê vekişînê piştî êrîşên dijwar ên çekdarên Ehmed Şera (HTŞ) yên li ser herêmên Dêr Hafir û Meskeneyê dest pê kir.

Mezlûm Ebdî duh bi şev li ser hesabê xwe yê "X"ê nivîsî ku hêzên wan dê sibe saet 07:00ê sibê ji xetên têkiliyê derkevin û derbasî rojhilatê Çemê Firatê bibin.