PeyamaKurd- Li demeke ku êrîşên hêzên hikûmeta veguhêz ên Sûriyê li ser HSDê berdewam dikin, hate ragihandin ku Nûnerê Taybet ê Amerîka yê Sûriyê Tom Barrack û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî wê li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê bicivin.
Li gorî nûçeya Al-Monîtorê, çavkaniyên ku ji Amberîn Zaman re diyar kirine gotine ku wê sibe Şemiyê Tom Barrack li Hewlêrê ligel Mezlûm Ebdî bicive.
Hate diyarkirin ku ev hevdîtin beşek ji xebatên rêgirtina şerekî berfireh ê li Sûriyê ye ku Amerîka hewlên mezin ên dîplomatîk dimeşîne.
Hate gotin ku ev hevdîtin bi hewldanên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêk tê.