Miftiyê DAISê yê Kerkûkê hat desteserkirin

Miftiyê DAISê yê Kerkûkê hat desteserkirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 7ê Cotmehê hêzên ewlekariya Iraqê terorîstekî DAIŞê kesek desteser kirin ku berê berê "Miftiyê DAIŞê yê Kerkûkê" bûye.

Ajansa Îstixbarata Federalî ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand: “Îstixbarata Polîsê Federal a ser bi Wezareta Navxwe, di kemînekê de tohmetbarek desteser kir ku yek ji berpirsên rêxistina DAIŞê ye li Kerkûkê û muftiyê çekdarên vê rêxistinê bû.”

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Ev tohmetbar li gor hukmên madeya çar a terorê hatiye desteserkirin. Berê weke miftiyê komên çekdarên DAIŞê kar kiriye û di lêpirsîna destpêkê de mikur hatiye ku ew endamê rêxistina DAIŞê ye.”

Ajansa Îstixbarata Federalî ya Iraqê da xuyakirin ku du bira û pismamekî wî jî di nav DAIŞê de ne û xwişkeke wî jî hevjîna yek ji emîrên DAIŞê ye li Kerkûkê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin