Mihemed Emîn: Di doza zeviyên Kurdan de paşve gav navêjim

Mihemed Emîn: Di doza zeviyên Kurdan de paşve gav navêjim

PeyamaKurd - Dadgeha Tawanan a Kerkûkê li ser du dosyeyên cuda (hejmar 1404 û 1405) li gorî madeya 229ê ya qanûna cezakirinê ya Iraqê, biryara cezakirina darayî bi du milyon dînarên Iraqî bo Nûnerê Cotkarên Sergeranê Mihemed Emîn derxist.

Li gorî biryarê, di dîsa nedana cezayê darayî de Mihemed Emîn dê bo her dosyeyekê 4 mehan (bi giştî 8 mehan) bê zindankirin.

Mihemed Emîn di civîneke rojnamevanî de tekez kir ku ev biryar ne dadperwerane ye û tenê ji bo zextê ye daku ew dest ji doza zeviyên dagirkirî yên Kurdan berde.

Emîn destnîşan kir ku heke 10 carên din jî bizavê bikin wî bixeniqînin, ew ê paşve gav neavêje.

Parêzerê wî Yusif Hesen jî diyar kir ku ew ê di çend rojên bê de dosyeyê bibin Dadgeha Pêdeçûnê. Hêjayî bibîrxistinê ye, 17ê Sibata 2025an dema zeviyê xwe cot dikir, hêzeke leşkerî ya Iraqî êrîşî Mihemed Emîn kiribû û sivakatî bi wî kiribû.