Mithat Sancar: Hefteyek berî bûyerên Kobaniyê wezîrekî ez derbasî Kobanî kirim

Mithat Sancar: Hefteyek berî bûyerên Kobaniyê wezîrekî ez derbasî Kobanî kirim

PeyamaKurd - Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, beşdarî bernameya FOX TV ya Tirkiyê bû û li ser mijara bûyerên Kobaniyê yên 2014an ku doza wê ji nû ve hatiye vekirin û hejmarek şaredar û rêveberên wan hatine girtin daxuyanî dan.

Sancar got: “Wezîrekî beriya 6-8ê Cotmehê min derbasî Kobanî kir. Bi rastî jî çi bû? Wan hêzên tarî yên di nava polîsan de ku Efkan Ala (Wezîrê Naxwe yê wê demê) îşaretî wan dikir kî ne? Bila komîsyonek sivîl were avakirin.”  

Hevserokê Giştî yê HDPê Mîthat Sancar dibêje, bi hinceta çalakiyên 6-8ê Cotmehê yên Kobanî gelek endam û rêveberên wan hatin girtin û van agahiyan li ser wê demê dide:  

“Di 6-8ê Cotmehê em li gel wezîrek çûn Kobanê. Wezîrekî min wek endamê Şandeya Mirovên Aqilmend ji Murşîtpinarê derbasî Kobanê kir. Hefteyek beriya 6-8ê Cotmehê bû. Sirri Sureyya Onder wê çaxê 48 saet li odeya Wezîrê Karên Navxweyî bû. 

Di 6-8ê Cotmehê de 3 rojên pir tevlîhev qewimîn. 52 însan jiyana xwe ji dest dan. Gelek mirov bi hovîtî hatin qetilkirin. Bi rastî jî çi bû?  Wan hêzên tarî yên di nava polîsan de ku Efkan Ala îşaretî wan dikir kî ne? Berpirsiyariya HDP’ê heye gelo? Ez vê bangê dikim; Bila komîsyonek sivîl were avakirin û lêkolîn bike.” 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin