Efrîn | Çekdaran 4 kalemêrên Kurd revandin

Efrîn | Çekdaran 4 kalemêrên Kurd revandin

PeyamaKurd - Çekdarên Sûriyê yên bi ser artêşa Tirkiyê ve, binpêkirinên xwe yên dijî xelkê resen ê herêma Efrînê berdewam dikin.

Hat ragihandin ku çekdarên grûpa El-Hemzat 4 kalemêr bi tometa ku berê pêwendiya wan bi Rêveberiya Xweser re hebû ji gundê Hesen Kilkawî yê li navçeya Raco revandin.

Hat zanîn navê kesên hatine revandin Izet Hemîd Hesen, Fehîm Nezmî Hesen, Sebrî Ebdîn Elî û Xelîl Elî Elî ne û temenê wan hemûyan jî di ser 50 saliyê re ne.

Çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku berî çend mehan dîsa çekdarên grûpa El-hemzat bi wê tometê fidye ji wan her 4 kesan standibû.

Bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ji Adara 2018an ve ji aliyê Tirkiye û komên çekdarên bi ser wê ve hatiye dagirkirin û heta niha wan komên çekdar ji bilî dizî û talanê bi hezaran kes revandine û ketine hejmarek zêde ya xelkê resen ê herêma Efrînê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin