PeyamaKurd - Du Navgînên Hewayî yên Bêpîlot (NHB) yên Tirkiyê li nêzîkî Terablusa paytext ji aliyê hêzên Xelîfe Hefter ve hatin şikandin.
Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ya ku Xelîfe Hefter serokatiya wê dike ragihand, hêzên wan karîne Navgînên Hewayî yên Bêpîlot (NHB) li nêzîkî Terablusê berî bigihe armancên xwe bixe xwarê.
Berî wê bi çend demjimêran jî hêzên Xelîfe ragihandibû, pergala berevaniya esmanî ya wan NHByeke wan li başûrê Terablusê bixe xwarê.
Lîbya di pratîkê de ji hêla du hikûmetan vê tê birêvebirin. Her çend Netewên Yekbûyî (NY) Hikumeta Faîz Serac nas dike jî, parlamena Lîbyayê li Binxazî di bin kontrola Xelîfe Hefter de ye.
Tirkiyê bi armanca piştgiriyê li hikûmeta Serac, hêzên artêşa Tirkiyê û bi hezaran çekdarên opozîsyona Sûriyê şandine Lîbyayê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin