PeyamaKurd - Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî (kurê Mam Celal Talebanî) bi tundî Berhem Salih rexne kir û ragihand ku dema pere qediyan ji YNKê veqetiya.
Hat ragihandin ku Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî li Silêmaniyê bi tundî Berhem Salih rexne kir û got: "Piştî ku pere neman dev ji YNKê berda."
Li gor agahiyên di dest de Qubad Talebanî di mîtîngekê de bi tundî êrişî Berhem Salih kiriye û gotiye, hinek kes heta pere hebû li nav YNKê de bûn, lê dema pere nema, veqetiyan û niha jî behsa kêmasiyên hikûmetê dikin.
Qubad Talebanî di axaftina xwe de navê Berhem Salih nehaniye ser ziman lê gotiye, yek ji wan kesan du caran serokê hikûmetê bûye û carekî jî cîgirê serokê hikûmeta Iraqê bûye û demek dirêj jî cîgirê Mam Celal bû. Dema ku te ev wezîfe dikirin çima reform nekirin, hûn kesên bêwijdan in û dixwazin li hemberî YNKê komployan pêk bînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin