PeyamaKurd – Piştî ku di navbera Talîban û Amerîkayê de li ser agirbestê û vekişîna hêzên Amerîkî ji Afganistanê peyman hat îmze kirin bi demeke kurt, Talîbanê êrîşê hêzên ewlekariya Afganistanê kir û Amerîkayê jî bersiv da.
Berdevkê Hêzên Asmanî yê Amerîkayê fermandar Sonny Legget, li ser Twitterê ragihand ku balafirên şer ên Amerîkayê li başûrê bajarê Helmend ê Afganistanê êrîş biriye ser endamên Talîbanê.
Albay Leggett daye xuyakirin ku di nav 11 rojan de yekemîn êrîşa wan e bi ser Talîbanê de ku ew jî bi mebesta parastinê û belavkirina êrîşkariyê hatiye encamdan.
Leggett herwiha got ku Talîbanê di rojên dawî de 43 êrîş birine ser hêzên Afganî û banga bidawîkirina êrîşan û cîbicîkirina peymanê li wan kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin