PeyamaKurd - Hat zanîn piştî ku Hûsiyên Yemenê 19ê Mijdarê ragihandin, ‘ew ji bo agirbestê amade ne’, proje yasaya agirbestê bo Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) hat pêşkeşkirin.
Tê diyarkirin, bi vê proje yasayê re astengên li ber alîkariyên mirovî bo gelê Yemenê werin rakirin û bo agirbestê bibe pêngavek.
Hat ragihandin ku nivîsa proje yasaya agirbestê ji aliyê Brîtanyayê ve bo KENYyê hatiye pêşkeşkirin û tê de ligel bangewaziya agirbestê, rakirina astengên li pêşiya alîkariyên mirovî ji aliyan tê kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin