PeyamaKurd - Sibe Civata Serkirdayetîya Yekîtî di derbarê rêkeftina Partî û Yekîtî û yekalîkirina namzedên xwe de, dicive.
Biryar e sibe Civata Serkirdatiya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê di derbarê rêkeftina Partî û Yekîtî û yekalîkirina namzedan bicive. Di derbarê civînê de jî, Peyvdarê YNK Letîf Şêx Ûmer ji medya Partiya xwe re ragihand, di civînê de serkirdatiya Yekîtî danûstandinê liser naveroka rêkeftina siyasî ya di navbeyna Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê de dike. Herweha berkeftiyên Yekîtî di kabîneya nû ya hikûmetê de, da ku digel Partî gengeşe bike û destnîşankirina navên namzedên Yekîtî ji bo wan postên li hikûmet û parlamentoyê werdigre.
Roja 4ê vê mehê Yekîtî û Partî li Hewlêrê rêkeftinek îmze kiribûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin