PeyamaKurd - Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê ragihand ku moşekeke balîstîk a ku ji Îranê hatiye avêtin ji aliyê NATOyê ve li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê hatiye têkşikandin.
Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê MSBê bi daxuyaniyekê ragihand, “Moşekeke balîstîk a ku ji Îranê hatiye avêtin û ketiye qada asmanî ya Tirkiyeyê, ji aliyê hêzên parastina asmanî yên NATOyê yên li Rojhilatê Deryaya Spî ve hatiye îmhakirin."
Wezaretê diyar kir, "Tirkiye girîngiyeke mezin dide pêwendiyên cîrantiya baş û aramiya herêmê. Lê em careke din tekez dikin ku em dê li dijî her cure gefên li ser ax û qada asmanî ya welatê me, hemû gavên pêwîst bi biryardarî û bê dudilî biavêjin. Em bi bîr tînin ku pêbendbûna bi hişyariyên Tirkiyeyê yên di vî warî de di berjewendiya her kesî de ye."