Hikûmeta Kurdistanê projeyên veberhênanê yên 2020an ragihand

Hikûmeta Kurdistanê projeyên veberhênanê yên 2020an ragihand

PeyamaKurd - Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistin û avadankirina Herêma Kurdistanê plana veberhênanê ya sala 2020an ragihand.

Di projeyên di çarçoveya Plana Veberhênanê ya 2020an a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatine amadekirin de, kertên pîşesazî, kiştûkal, çavkaniyên avê, geştûguzar, darayî, bank, kareba, guhestin û gihandin, perwerde, xwendina bilind, tenduristî, karûbarên civakî, niştecihbûn, bazirganî, rewşenbîrî, ciwan û jêrxaneya aborî cî digirin.

Plana veberhênanî îro 3yê Gulanê bi civîneke rojnamevanî hat ragihandin ku tê de zêdetir ji 100 projeyên weberhênanê li ber weberhênerên biyanî û navxwe hatine eşkerekirin.

Li gorî plana 2020an; 461 proje di kerta pîşesazî de, 113 proje di kerta kiştûkalî û 227 proje jî di kerta geştûguzarî de ne.

Herwiha projeya çêkirina 10 hezar cihên niştecihbûnê li her çar parêzgahên Herêma Kurdistanê hatine destnîşankirin.

Li gor plana 2020an a Desteya Weberhênanê, deste bi xwe projeyên weberhênanê yên her sektorê ji bo sermayedar û veberhêneran destnîşan dike.

Li Herêma Kurdistanê Desteya Weberhênanê moletê dide projeyên veberhênanê ku ji sala 2006an ve yasaya Weberhênana Herêma Kurdistanê ji aliyê parlamentoya Kurdistanê ve hatiye pesendkirin.

Desteya Veberhênanê heta niha bi qasî 52 milyar dolar molet bi projeyên veberhênanê daye veberhênerên naxweyî û biyanî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin