PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê ragihand ku 3 haletên nû yên pêketina bi vîrusa korona hatine tomar kirin.
Rejîma Sûriyê heta 22yê Adarê ti haleteke Covid-19 ranegihandibû ku 22yê Adarê yekem halet ragihandibû.
Li gorî amarên fermî yên rejîmê, heta niha li Sûriyê hejmara kesên bi vîrusa korona ketine gihîştiye 19 kesan, ji wan 2 kesan can daye û 2 kes jî baş bûne.
Wezaretê ragihand ku bajarokên Seyide Zeyneb û Minîn ên li gundewarê Şamê hatine karantînekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin