Bêrpirsê Pêsmerge: Têkiliyên me bi Amerîka re pir bihêz in

Bêrpirsê Pêsmerge: Têkiliyên me bi Amerîka re pir bihêz in

PeyamaKurd - Berpirsê Wezareta Pêşmerge Lîwa Babekir Feqê Ehmed li ser biryara çendek berê ya rawestandina perwerdeya Pêşmerge ya Amerîkayê got, “Biryar ji Amerîka derketiye ku hêzên wê dîsa dest bi perwerdeya leşkerî ya Hêzên Pêşmerge bikin.”

Lîwa Babekir tekez kir ku Hevpeymaniya Navdewletî û Amerîka dixwazin Hêzên Pêşmerge zêdetir bihêz bibin û Kurdistan bibe xwedî yek hêza leşkerî.

Rêveberê Giştî yê Rewşenbîrî û Hoşiyariyê di Wezareta Pêşmerge de Lîwa Babekir Feqê Ehmed ji KDP.infoyê re daye xuyakirin, “Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî dest bi perwerdeya leşkerî ya Hêzên Pêşmerge kirine û biryar derketiye ku dîsa ew perwerde dest pê bike. Nexasim Amerîka pir dixwaze ku Hêzên Pêşmerge yekgirtî bin û derbarê wê yekê de Amerîka alîkariya Herêma Kurdistanê dike.”

Berpirsê Wezareta Pêşmerge got: “Di civîna Wezareta Pêşmerge de, biryar li ser perwerdekirina lîwayên ser bi wezaretê tê dan. Me heta niha sûdeke mezin ji alîkariyên Hevpeymaniya Navdewletî dîtiye. Nexasim ku hevahengî û têkeliyên Wezareta Pêşmerge û Amerîka pir bihêz in û Amerîka dixwaze Hêzên Pêşmerge bihêztir bike.”

Lîwa Babekir destnîşan kir, Hevpeymaniya Navdewletî ligel serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê hewl dide ku herdu hêzên 70 û 80 yên PDK û YNK heta dawiya vê salê bibin yek û Kurdistan bibe xwedî hêzeke hebveş bi ser bi Wezareta Pêşmerge de.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin