PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê îro 21ê Tebaxê bi daxuyaniyekê amarên dawî yên vîrusa koronayê eşkere kir.
Wezarneta Tenduristiyê ragihand, di 24 demjimêrên borî de 535 kesên din bi Koronayê ketine â 26 kesan jî can daye.
Li gorî daxuyaniya wezaretê ji 535 kesên bi vîrusa Koronayê ketine, 219 kes li Hewlêrê, 107 kes li Silêmaniyê, 18 li Germiyanê, 174 kes li Duhokê û 17 kes jî li Helebceyê ne.
Herwiha ji 26 kesên ji nexweşiyê can dane jî 15 kes li Hewlêrê, 5 kes li Silêmaniyê, 2 kes li Germiyanê, 2 kes li Raperîn û 2 kes jî li Helebce ne.
Tevî van amaran heta niha li Herêma Kurdistanê 23 hezar û 739 kes bi koronayê ketine, 875 kesan can daye 13 hezar û 650 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê car din hişyarî da ku welatî pabendî rênimayên tenduristiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin