Senatorê Amerîkî yê alîgirê Komarê Lindsey Graham got ku heke em ji Sûriyê derkevin, şer wê yek car ji qontrolê derkeve.
Daxuyaniya ku Serokê Amerîkayê Trump kiribû, gelekî hate guftûgokirin û hê jî tê nîqaşkirn.
Graham piştî daxuyaniya Serok Trump ku gotibû, “em ê di demeke nêzîk de ji Sûriyê vekişin” daxuyaniyek da û banga xwe li Serok Trump kir û wiha got: “Ku Serokê me vê biryarê bide, ev pir xirab e. Min ev filîm carake dî jî dîtibû. Obama li Iraqê heman tişt kir. Niha IŞÎD gelekî ketiye tengiyê de. Heke hûn bixwazin wan derxine firehiyê, hûn ê leşkerên xwe bikişînin.”
Graham wiha berdewam kir: “Ev tişt wê bibe feca’etek. Niha li Sûriyê hê jî ji 3000an zêdetir çeteyên IŞÎDê hene. Ku hûn leşkerên xwe vekişînin, IŞÎD careke dî wê li xwe vegere. Şerê di navbera Tirkiyê û Kurdan de jî wê ji qontrolê derkeve û hûn ê Şamê bêyî tiştekî Amerîkayê, bi destê xwe teslîmî Îranê bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin