Li Tirkiyê heta 31ê Gulanê dê bi awayekî online perwerde bê dayîn

Li Tirkiyê heta 31ê Gulanê dê bi awayekî online perwerde bê dayîn

PeyamaKurd – Wezîrê Perwerdeya Tirkiyê Ziya Selçuk ragihand ku di çarçoveya tevdîrên li dijî belavbûna vîrusa koronayê dê heta 31ê Gulanê perwerde bi awayekî online were dayîn.

Wezîrê Perwerdeya Tirkiyê Ziya Selçuk derbarê biryarên dawîn ên li ser perwerdeyê daxuyaniyek da:

Selçuk da zanîn ku dê heta 31ê Gulanê perwerde bi awayekî online berdewam bike:

"13ê Nîsanê me dest bi waneyên online kir û di 15 rojên ewil de 650 hezar dersen online kirin. Ji van dersen 150 hezar hefteya ewil hatin kirin. Hejmara waneyên online di hefteya duyem de gihişt 500 hezarî. Me dawiya heftê jî 200 hezar wane kirin. Notên xwendekaran çi dibin bila bibin îsal ew dê derbasî poleke jortir bibin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin