MSD: Rêvebiriya Şamê 3 yekîneyên HSDê qebûl kiriye

Dîroka Weşanê :
MSD: Rêvebiriya Şamê 3 yekîneyên HSDê qebûl kiriye

PeyamaKurd – Hevserokê Ofîsa Meclisa Sûriya Demokratîk Hasan Muhammed Ali ragihand ku hukumeta Sûriyê xwe parastina 3 yekîneyên girêdayê HSDê qebûl kiriye. Ali got ku HSD dixwaze fermandariya herêma Rojhilatê Sûriyê bigre ser xwe.

Hasan Muhammed Ali bû mêvanê radyoya Rûdawê û behsa hevdîtinên ku bi hukumeta Şamê re dimeşin kir. Ali got:

“Hukumeta Sûriyê berê qebûl dikir ku endamên Hêzên Sûriya Demokratîk yek bi yek tevlî artêşa Sûriyê bibin. Niha di pêşniyara di destê HSDê de, humetê qebûl kiriye ku 3 yekîneyên leşkerî weka xwe bimînin û xwe biparêzin. Li ser hûrahiya detayan hevdîtin dewam dike. Bo hûrahiya mijarê wê komite bên avakirin.”

Ali ragihandiye ku heya serê salê dê mizgîniyekî baş bidin xelkê. Ali dewam kir:

“Dostên me yên di nav koalisyona navdewletî de û hêzên pêwendîdar dixwazin mijar çareser bibe. Ez bawerim heya serê salê dê gav bên avêtin.”

Ali got ku hukumet şerê medyayê dimeşîne û ev taktîkekî şaşe. Hêzên Rojavayî dixwazin mijar çareser bibe û tewrê xwe wisa danîne. Ali weha dewam kir:

“DYA, Fransa û Brîtanya ji bo Sûriyê di mijara çareseriya rêvebiriyê de, rêvebiriya ne merkezî diparêzin. Yanî tê gotin ku Şara jî di mijara rêvebiriya xwecîh de nerm e. Pirsgirêk ne bi kîn û nefretê lê bi diyalogê çareser dibin.

Îngiltere, bo diyaloga HSDê ya bi hukumetê re çavdêriyê bike û destekê bide, nûnerê xwe yê taybet yê Rojhilat û Bakûrê Sûriye şand Sûriyê. Fransa di serî de destekê dide pêvajoyê.”